Heseke-SANA
Şandeyeke Sazîya Giştî ya Rêyên Hesinî bi serokatîya Rêveberê Giştî Usame Hedad, bi Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û kadroyên teknîkî yên peywendîdar re, mekanîzmayên hevahengîyê û hêsankirina rêkarên pişkinîna hêlên hesinî û stasyonan gengeşe kirin.
Îro Sêşemê, Rêveberîya Ragihandina Hesekê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku ev hevdîtin wekî amadekarîyekê ye ji bo nûjenkirin û amadekirina xeta Til Koçer (Ye’rûbîyê) heta sînorê Iraqê. Ev pêngav dê piştgirîyê bide xurtkirina tora veguhastina bi trênan û tevgera veguhastina kelûpelan di navbera parêzgeh û welatên cîran de.