Îdlib – SANA
Karwanekî vegera bidilxwazî yê nû ji kampa koçberan li parêzgeha Îdlibê ber bi bajarokê Kefrenbûdê ve li gundewarê Hemayê bi rê ket. Ev karwan ji 94 malbatan pêk tê û di bin çavdêrîya parêzgehê û Rêveberîya Karûbarên Civakî û Kar, û bi hevrêzî û rêkxistina Komîserîya Bilind a Penaberan (UNHCR), rêxistinên “Mezin” û Heyva Sor a Erebî ya Sûrî û Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan e.
Berpirsê hevrêzîya sektora kampan di Komîserîyê de, Menaf Hemam, zelal kir ku ev karwan di çarçoveya bernameyên vegera bidilxwazî de ye, da ku proseya veguhastinê bê hêsankirin û kelûpelên alîkarîyê yên ji bilî xwarinê werin belavkirin, bi mebesta vegereke ewle û birûmet bê dabînkirin û pêdivîyên bingehîn ji bo aramîya welatîyan werin misogerkirin.
Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Daîreya Bakur a Karûbarên Civakî û Kar, Mihemed Bakîr, destnîşan kir ku wan rêkarên tomarkirin û veguhastinê hêsan kirine da ku malbatan han bidin û şert û mercên jîyaneke birûmet ji wan re dabîn bikin. Bakîr her wiha da zanîn ku planeke berdewam heye ji bo dabînkirina vegera nêzîkî 700 malbatî ber bi gundewarên Hema û Îdlibê ve di destpêka hefteya bê de, bi rêjeya 100 malbatî rojane, heta temamkirina birêxistina hemî karwanan.
Welatîyên vegeryayî, dilxweşîya xwe bi vegera bo bajarokê xwe anîn ziman, û tekez kirin ku dabînkirina alîkarî û piştgirîya mirovî, roleke mezin di standina biryara vegerê û bicihbûna kesên vegeryayî li herêmên wan de, lîstiye.





