Heleb-SANA
Şaxê Rêveberîya Nehiştina Madeyên Hişbir li bajarê Helebê sê kesên ku bazirganîya madeyên hişbir dikirin li taxa Silêman El-Helebî girtin.
Nêzî 28 kîlogram hebên keptagonê yên hişbir ku dike nêzî 160 hezar hebî di operasyonê de hatin desteserkirin.
Rêveberîya Nehiştina Madeyên Hişbir a ser bi Wezareta Hundir ve di daxuyanîyekê de îro Înê ragihand ku ev operasyon piştî pêkanîna kemîneke tekûz li wê taxê hat encamdan.
Di encamê de sê kes hatin girtin; yek ji wan di dema hewldana revê de ket û hinek hestîyên wî şikestin.
Rêveberîyê destnîşan kir ku ji bo temamkirina lêkolînan û wergirtina tedbîrên yasayî yên pêwîst li dijî wan, kesên girtî ji bo dadgeha peywendîdar hatin veguhastin.





