Şam-SANA
Hêzên Ewlekarîya Navxweyî li bajarê Helebê, gurûpeke ji heft kesan ku karê dizî û hîlebazîyê dikir, girt.
Wezareta Navxweyî bi rêya kenala xwe ya Telegramê, ragihand ku Hêzên Ewlekarîya Navxweyî li bajarê Helebê, gurûpeke ji heft kesan ku kesê bi navê (H. E.) serokatîya wê dikir, karê wan dizî û sextekarî bû, girt. Ev yek piştî şopandina tevgera endamên wê bi awayekî hûrbîn, pêk hat. Her wisa hat pişrastkirin ku ew bi dizîya pênc malan tawanbar in.
Di lêpirsîna ligel girtîyan de, mukur hatin ku wan girtine ser hejmarek malan û komek pere û perçeyên zêr dizîne, ku ya herî berbiçav nêzîkî sê kîlo û 400 gram zêr ji malekê bû, ligel deh hezar dolarên Amerîkî û heftê gram zêr ji maleke din, berî ku wî zêrî bifiroşin.
Li gorî Wezareta Navxweyî, girtî bo alîyên peywendîdar û dadgehê hatine veguhestin da ku lêpirsîn temam bibin û rêkarên qanûnî yên pêwîst bo wan bên cîbicîkirin.






