Reqa – SANA
Kadroyên endezyarî û teknîkî yên Sazîya Giştî ya Bendava Feratê, xebatên çaksazkirina demdemî yên koma yekem a stasyona hîdroelektrîkê bi dawî kirin, ku ev yek di çarçoveya plana parastina amadebaşîya yekîneyên hilberînê û bilindkirina pêbawerîya wan de tê.
Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê duh Sêşemê bi rêya kenala xwe ya Telegramê, eşkere kir ku xebatên çaksazkirinê, beşên bingehîn û pergalên kontrolkirin û çavdêrîyê li xwe girtin, ligel pêkanîna kontrolên teknîkî û ceribandinên xebitandinê ji bo piştrastkirina karîgerîya amûran.
Wezaretê destnîşan kir ku piştî temamkirina çaksazkirinê û ceribandina sazbûna amûran, koma yekem a hilberînê hate xebitandin û bi awayekî serkeftî bi torê ve hate girêdan, ku ev yek bû egera xurtkirina pêbawerîya xebitandinê û aramîya şêwazê kar di nav pergala hilberîna hîdroelektrîkê de.
Her wiha wezaretê amaje pê kir ku Sazî bi piştgirîya kadroyên xwe yên niştimanî, planên çaksazkirina demdemî û pêşwext ji bo hemû yekîneyên hilberînê berdewam dike, da ku ev yek bibe faktora bilindbûna asta hilberînê û dirêjkirina temenê xebitînê yê amûran.





