Heseke-SANA
Parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed, tevî Alîkarê Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê yê Karûbarên Pîşesazî, Mihemed Yasîn Hûrîye û şanda pê re, rêyên piştgirîya sektora pîşesazîyê li parêzgehê û mekanîzmayên çalakkirina wê bi awayekî ku li gorî daxwazên qonaxa niha be, gotûbêj kirin.
Di hevdîtina ku li avahîya parêzgehê hat lidarxistin de, mekanîzmayên çalakkirina Rêveberîya Pîşesazîyê, kargehên rîs û tevnkarîyê û navendên pembo hatin gengeşekirin, bi mebesta geşkirina tevgera aborî û bidestxistina mifaya herî baş ji çavkanî û şîyanên li parêzgehê.

Her du alîyan tekezî li ser giringîya lezkirina pêngavên nûjenkirin û karkirinê kirin, ji ber bandora wê ya erênî di xurtkirina kar û berhemanînê, dabînkirina derfetên kar û piştgirîya aramîya aborî li Hesekê.