Idlib-SANA
Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê bi hevkarîya parêzgeha Idlibê îro Duşemê, merasîma îmzekirina memoranduma peymana veberhênanê ya taybet bi avakirina projeya “Birca Karên Idlibê” li navenda bajêr, li Navenda Çandî ya bajarê Idlibê li dar xist.
Ev proje di çarçoveya hewldanên piştgirîya jîngeha veberhênanê û xurtkirina rêya geşepêdana aborî li parêzgehê de tê. Proje dê ji alîyê Hevpeymanîya “Tekwîn û Înma” ya Geşepêdan û Veberhênanê ve were cîbicîkirin, bi beşdarîya Koma Bajarên Erebî yên Holding û şirketa “El-Ebad El-Semanîye” ku pispora şêwirmendîya endezyarîyê ya pêşkeftî ye.
Nûnerê Hevpeymanîya “Tekwîn û Înma” û “Bajarên Erebî yên Holding”ê, Museb El-Xetîb di daxuyanîyekê de ji bo peyamnêrê SANAyê dîyar kir ku “Birca Karên Idlibê” li herêmê di cureyê xwe de ya yekem e. Wî da zanîn ku tê pêşbînîkirin karên avakirina bircê piştî nêzîkî çar mehan dest pê bikin û piştî sê salan bi dawî bibin. El-Xetîb destnîşan kir ku ev navend dê derdora 2500 derfetên kar peyda bike.


