Dêrzer-SANA
Rêveberîya Perwerdeyê li parêzgeha Dêrezorê, ragihand ku dibistanên wê ji bo destpêkirina sala nû ya xwendinê û pêşwazîkirina xwendakaran amade ne, ligel xebata li gorî planeke berfireh ji bo nûjenkirina dibistanên zirardîtî û vegerandina binesazîya perwerdeyê.
Rêveberê Perwerdeyê, Elî El-Salih, dîyar kir ku 1289 avahîyên dibistanan li parêzgehê hene, 281 dibistan ji wan ji xizmetê derketine û rêjeyên wêranbûna wan di navbera 40 û 70 ji sedî de ne. Nêzî 140 dibistanî ji wan hatine nûjenkirin û piştî temamkirina karên çaksazkirinê yên bingehîn, ketine xizmetê. Di heman demê de dibistanên din yên ji xizmetê derketine bi hevkarîya di navbera hikûmetê û rêxistinên navdewletî de hatine serjimêrkirin, da ku dest bi nûjenkirina wan were kirin û vegerandina binesazîya wan di çarçoveya plana hikûmetê de were temamkirin.
Sebaret bi komelgehên perwerdehîyê yên li ser xeta Cizîrê, El-Saleh dîyar kir ku armanca ji avahîya pejirandî vegerandina wan a ji bo rewşa wan a berê ye. Ev pêvajo dê li gorî pîvanên dîyar pêk bê, ku berîya vekirina wan, ew pîvan ji bo pejirandinê û bo tespîtkirina hûrgilî ya hewcedarîyan ji Wezareta Perwerdeyê re werin rêkirin.
Di heman demê de El-Salih tekez kir ku rêbaza Wezareta Perwerdeyê dê bi awayekî tam li hemû dibistanên parêzgehê bê cîbicîkirin, û da zanîn ku pirtûkên dibistanê dê bigihêjin hemû xwendakaran li gorî planeke nû ya belavkirinê ku pişta xwe dide peydakirina çapên nû, ligel berdewamîya hewldanan ji bo misogerkirina jîngeheke hînkirinê ya ewle û aram ji her kesî re.