Şam-SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ê Sûrîyê, Raid El-Salih piştrast kir ku tîmên wezaretê, bi hevkarîya ligel tîmên Wezareta Parastinê, operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo kesên windabûyî didomînin.
Ev yek jî di encama binavbûna kelekeke ku li Dêrezorê di Çemê Firatê de sivîl hildigirtin pêk hatiye. Navborî bal kişand ser wê yekê ku tîmên wan heta niha cenazeyên du zarokan derxistine û nêzîkî 15 sivîl rizgar kirine.
El-Salih di postekê de li ser platforma “X”ê îro Yekşemê got: Ew ligel fermandarên tîmên meydanî operasyonên bersivdana bûyerê dişopîne, û tîmên rizgarkirina avê yên pispor karên xwe li cihê binavbûnê berdewam dikin.
Wezîr El-Salih sersaxîya xwe ji bo xelkê Dêrezorê anî ziman, û hêvî kir ku hewldanên tîmên rizgarkirinê ji bo dîtina kesên windabûyî bi serkeftî bi dawî bibin.