Quneytira-SANA
Hêzên Îsraîla dagîrker îro Şemîyê derbasî derdora gundê Semedanîya Rojhilatî li gundewarê Quneytirayê yê bakur bûn.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzeke dagîrkerîyê ya ku ji sê wesayîtên leşkerî pêk dihat, derbasî derdora gund bû, û xaleke kontrolê ya demkî li xaçerêya Semedanîya Rojhilatî deyna, û li wir dest bi fetișandina rêwîyan kir, berî ku ji deverê vekişe.
Hêzeke dagîrkerîyê ya ku ji zêdetirî 15 wesayîtên leşkerî pêk dihat, piştî duh nîvê şevê derbasî gundê El-Işeyê li gundewarê Quneytirayê yê başûr bûbû, û malek û embareke xwarinê teftîş kirin berî ku ji deverê vekişin.