Heleb-SANA
Îro Yekşemê ji Kampa El-Cebel a li herêma Cerablusê, kerwanekî nû yê vegera bidilxwazî, bi rê ket da vegerin gund û bajarokên xwe yên resen li herêmên El-Bab, El-Sifêre, Çîyayê Sem’an û Kobanê li gundewarê Helebê; kerwan ji 90 malbatî pêk dihat ku 461 kesî bûn.
Rêkxistina kerwan, bi hevrêzîya di navbera Rêveberîya Karûbarên Civakî û Kar û Rêveberîya Herêma Cerablusê de, û bi hevkarîya Komîserîya Bilind a Penaberan, Rêxistina “Mezn El-Xêr”, civakên sivîl û Heyva Sor a Erebî ya Sûrîyê hate kirin.
Alîkarê Rêveberê Karûbarên Civakî li Helebê, Hesen Nadir, dîyar kir ku amadekarîyên ji bo vegera kerwanin din berî hatina zivistanê û di destpêka sala xwendinê de berdewam in, ligel berdewamîya pêşkêşkirina piştgirîya xizmetguzarîyan û hewcedarîyên bingehîn ji malbatan re ji bo misogerkirina aramîya wan li herêmên wan.
Ji alîyê xwe ve, hejmarek ji welatîyên vegeryayî, kêfxweşîya xwe bi vegera li malên xwe anîn ziman, her wiha dîyar kirin ku wan hemû astengî û zîyanên ku gihîştine milk û malên wan û jêrxaneyê li pişt xwe hiştine, û tekezî li ser biryardarîya xwe ya ji bo avakirina malên xwe û çaksazkirina erdên xwe kirin, û pesnamê hewldanên ji bo hêsankirina gihîştinê dan.
Ev gav di çarçoveya temamkirina bernameya “Sûrîye bê Kamp” ya Wezareta Karûbarên Civakî û Kar de tê. Her wiha berdewamîya vegera kerwanên din ên berê vegerîyane, ku bi dehan malbat ji kampên Izaz, Etarib û gundewarê Idlibê li xwe girtibûn.