Hema – SANA
Tîmên rizgarkirinê yên Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li parêzgeha Hemayê îro Pêncşemê, laşê ciwanekî ku di çemê gundê El-Hakûra de li devera El-Xab li gundewarê parêzgehê xeniqîbû, derxistin.
Fermandarê Operasyonan di Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan de Tariq Remedan di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re got: “Gava ku agahî derbarê motorsîkletekê û sê ciwanên lê siwar, li ser pira Hakûrayê di çem de werbûye hatin, tîmên Parastina Sivîl yekser bi hawara wan ve çûne cihê bûyerê. Li wir dîyar bû ku du ciwan bi saxî derketine, lê ciwanê sêyem di çem de xeniqîye.”
Remedan destnîşan kir ku tîmên binavzanîyê hatin şandin, û piştî hewldanên zor û zehmet laşê yê ciwan derxistin û veguhestin Nexweşxaneya Neteweyî ya Seqilbîyê, û piştre bi awayekî fermî radestî malbata wî hate kirin.