Quneytira-SANA
Hêzên Îsraîla dagîrker îro Pêncşemê derbasî gundê Seyda El-Colan li gundewarê Quneytirayê yê başûr bûn.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzeke dagîrkerîyê ya ku ji sê wesayîtên leşkerî pêk dihat, xaleke kontrolê li xaçerêya gund ava kir, piştre ber bi xaçerêya Mezre’et El-Weybidê ve cû, û li wir jî xaleke kontrolê ya demkî ava kir û rêwî û wesayîtên derbas dibûn teftîş kirin, berî ku ji deverê vekişe.
Her weha hêzên dagîrkerîyê pêr bi tankek û du wesayîtên leşkerî derbasî ser rêya Gelîyê El-Reqad li gundewarê Derayê yê rojava bûbûn, û gule ber bi gelî ve avêtin berî ku ji deverê vekişin.