Şam-SANA
Encumena Şaxê Sendîkaya Parêzeran li Gundewarê Şamê, di rûniştineke awarte û lezgîn de, xerckirina qerebûkirinên darayî yên yekser ji bo malbatên parêzerên qurbanîyên teqîna terorîstî pejirand, ya ku qehwexaneyek li Şamê di diduyê Tîrmeha îsal de kiribû armanc, û di encamê de sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gorî biryara ku şaxê sendîkayê duh Duşemê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê belav kiriye, encumenê alîkarîyên darayî yên awarte bi nirxê 20 mîlyon lîreyên Sûrîyê ji bo malbatên parêzerên ku di teqîna terorîstî de jîyana xwe ji dest dane, û 15 mîlyon lîreyên Sûrîyê ji bo parêzerên birîndar pejirand, ku dê ji her du sindoqên Hawarçûn û Hevgirtina Civakî yên sendîkayê werin xerc kirin, li gorî mekanîzmaya di biryarê de hatiye dîyarkirin.