Hêzên Ewlekarîya Hundirîn lîwayê berê Elî Salih Zîyab, ku yek ji efserên berbiçav ên di pergala leşkerî û ewlehîyê de bû di serdema rejîma berê de, girt, ew jî di encama operasyoneke ewlekarîyê ya taybet de ku xwe dispêre çavdêrî û şopandineke hûr.
Wezareta Hundirîn li ser kenala xwe ya Telegramê dîyar kir ku dosyeyên ewlehîyê nîşan didin ku navborî di navbera salên 2008 û 2018an de, bi qasî deh salan wekî Serokê Şaxê Ewlehîya Leşkerî ya bajarê Qamişloyê li parêzgeha Hesekê xebitîye.
Navê wî bi binpêkirin û tawanên sîstematîk ve girêdayî ye û wekî yek ji kesên herî nêzîk ê serkirdeyên sereke yên dezgehên ewlehîyê yên wê demê dihat naskirin.
Wezaretê dîyar kir ku lêpirsîn destnîşan dikin ku Zîyab berpirsîyarê şopandin û girtina hejmareke mezin a ciwanên Hesekê û Qamişloyê, û radestkirina wan bo Şaxên Filistînê û zindana Leşkerî ya Seydnayayê bûye.