Hesekê-SANA
Tîmên Berevanîya Sivîl a Sûrîyê li parêzgeha Hesekê, îro roja Çarşemê, piştgirîya tîmên Berevanîya Sivîl a Iraqê kirin, ji bo vemirandina agirê ku di çend wesayîtan de li hundirê dergehê sînorî yê Rebî’eyê, li alîyê Iraqê, yê li hemberî dergehê Til Koçer (Ye’rubîye) derketibû.
Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li Hesekê, dîyar kir ku bersivdana hevbeş û hevahengîya di navbera her du alîyan de, bûn sedem ku agir were kontrolkirin û nehêle ku pêtên wî derbasî cîh û wesayîtên derdorê bibin.
Rêveberê Rêveberîyê, Ebdulhelîm Şihab, tekez kir ku ev piştgirî di çarçoveya hevkarî û hevahengîya hevbeş de tê, ji bo lezandina rûbirûbûna rûdanên ku sînoran derbas dikin.
Ew agirê ku ji encama teqîna bataryayeke lîtiyumê ya wesayîtekê derketibû, bi tevahî hat kontrolkirin. Di encama vê rûdanê de şofêrekî Iraqî birîndar bû û zirarên madî gihîştin çend wesayîtan.