Wezîrê Perwerde û Hînkirinê yê Sûrîyê Mihemed Ebdulrehman Tirko dîyar kir ku mersûma hejmar (87) ya sala 2026an, ku ji alîyê Serok Ehmed El-Şeri’ ve hatiye derxistin, baldayîna dewletê ya awarte bi çavdêrîya xwendekarên serkeftî û piştgirîya pêvajoya wan a akademîk nîşan dide, da ku nûnertîya Sûrîyê bi awayekî baş di platformên zanistî yên navneteweyî de bike.
Wezîr eşkere kir ku ev mersûm pir girîng e, ji ber ku mafên endamên tîmên neteweyî yên zanistî di tevlêbûna ezmûnên amadehîya giştî de bi rêya dewreyeke qerebûkirinê ya taybet misoger dike.
Ev yek jî paşeroja wan a xwendinê diparêze û prensîba wekhevîya derfetan di navbera hemûyan de pêk tîne. Wî serkeftin ji wan re di pêkanîna destkeftîyên ku şayanî welat bin xwest..