Tertûs – SANA
Şofêrê kamyoneke sarincokê îro piştî lihevxistina ligel tankereke veguhastina fîyûlê li ser rêya Banyas – Tertûsê jîyana xwe ji dest da. Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li Tertûsê dîyar kir ku tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê yekser bersiva bûyerê dan û termê şofêr veguhastin Nexweşxaneya Niştimanî ya Banyasê, di heman demê dest bi paqijkirina fîyûla rijandî kirin da ku ewlehîya rê û berdewamîya tevgera trafîkê misoger bikin.
Rêveberîyê dîyar kir ku hevrêzî ligel Ewlehîya Rêyan û Parzûngeha Banyasê re hatiye kirin ji bo paqijkirina şopên rijandinê, dûrxistina erebeyên zîyandîtî, û dabînkirina çûnûhatina ewle.
Her wiah rê hinekî ji bo trafîkê hatiye vekirin, û tedbîrên teknîkî û hişyarîyê didomin da ku pêşî li her xetereyeke pêkan bê girtin.