Hims – SANA
Şaxê Himsê yê Dezgeha Peywendîyan a Sûrîyê, berdewam e di pêşwazîkirina daxwaznameyên nivîskî yên karmendên ku ji ber helwestên wan û beşdarîya di Şoreşa Sûrîyê de ji kar hatibûn avêtin û dixwazin vegerin ser karê xwe, bi taybetî ew kesên di dema qeydkirina bi rêya lînka elektronîk re rûbirûyî zehmetîyan bûne.
Rêveberê Şaxê Dezgehê, Endezyar Usame Ewed, dîyar kir ku wergirtina daxwaznameyan di rêya Ofîsa Karûbarên Karmendan re heta 16ê vê meha Hezîranê berdewam e, da ku paşê ji bo nirxandinê ji komîteyeke pispor re werin pêşkêşkirin; û amaje bi wê yekê jî kir ku ev pêngav bi armanca parastina mafê karmendan û pêkanîna dadperwerîya îdarî ye.


