Quneytira-SANA
Hêzên Îsraîla dagîrker îro Duşemê derbasî gundewarên Quneytirayê yên bakur û başûr bûn.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzeke dagîrkerîyê xaleke kontrolê ya demkî li gundê El-Ecrefê li gundewarê Quneytirayê yê bakur danî, û dest bi lêgerînê di nav hin malan de kir.
Her weha hêzeke din a dagîrkerîyê derbasî gundên Ruweyhîne û Resim El-Helebî li gundewarê başûr bû, û xaleke kontrolê ya demkî li ser rêya di navbera her du gundan de danî, û rêwî rawestandin û lêgerîn di tirimbêlan de kirin.
Sûrîyê bi berdewamî daxwaza derketina Îsraîla dagîrker ji xaka xwe dike, û tekez dike ku hemû karên ku ew li başûrê Sûrîyê dike betal û bêkêr in, û li gorî yasayên navdewletî ti bandoreke wan a yasayî nîne.