Şam-SANA
Navenda Niştimanî ya Pêşxistina Bernameyên Perwerdeyê (rêbazên xwendinê) ya ser bi Wezareta Perwerde û Hînkarîyê ve, dest bi xebatên amadekirin û nivîsandina rêbazên dersa zimanê Kurdî bo hemû qonaxên xwendinê kir.
Ev yek piştî avakirina komîteyeke taybetmend ku pisporên zimên û perwerdekaran ji parêzgehên cuda li xwe digire pêk hat, daku proseya amadekirin, pesendkirin û çapkirinê di nava şeş mehan de bi dawî bibe û ji destpêka sala xwendinê ya bê ve dest bi hînkirina wê were kirin.
Rêveberê Navendê Ismet Remezan di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku ev pêngav di cureyê xwe de ya yekem e piştî ku wezaretê navend li gorî biryara roja duşema borî ya Serok Ehmed El-Şeri` erkdar kir: “Di komîteyê de pisporên perwerdeyê û akademîsyenên xwedî ezmûn di zimanê Kurdî de hene.”
Remezan destnîşan kir ku xwendina zimanê Kurdî di çarçoveya bihêzkirina cihêrengîya çandî û yekîtîya niştimanî de tê. Her wiha eşkere kir ku dê ev ders li dibistanên hikûmî û taybet li deverên ku rêjeya welatîyên Kurd lê berbiçav e, were dayîn.
Mersûma hejmar 13 a sala 2026an tekez dike ku welatîyên Kurd ên Sûrîyê parçeyekî resen in ji gelê Sûrîyê û ziman û çanda wan pêkhateyeke bingehîn e ji nasnameya niştimanî ya Sûrîyê ya piralî û yekbûyî, daku parastina mafên çandî û zimanî û bihêzkirina cihêrengîya çandî were misogerkirin.
