Dêrezor-SANA
Fermandarîya Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Dêrezorê, kesê bi navê «H.A.», ji ber ku keça xwe dide ber lêdanê û ji ber wê yekê dema ku bo Nexweşxaneya Niştimanî ya Dêrezorê tê veguhastin jîyana xwe ji dest dide, digire.
Hêzên Ewlehîya Hundirîn îro Yekşemê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku kesê gumanbar li gorî agahîyên destpêkê di dema encamdana tawana xwe de di bin bandora madeyên hişbir de bûye.
Her wiha destnîşan kir ku alîyên peywendîdar lêpirsînan temam dikin da ku hûrgilîyên rûdanê eşkere bikin û sedemên mirinê destnîşan bikin.
Berîya niha jî li nêzîkî bajarokê Huseynîyê li gundewarê Dêrezorê, cenazeyê zarokeke keç hatibû dîtin, ku ji ber wê yekê, Hêzên Ewlehîya Hundirîn lêpirsînên xwe ji bo eşkerekirina hûrgilîyan û dîyarkirina nasnameya tawanbar dabûn destpêkirin.