Dêrezor-SANA
Sazîya Posteyê ya Sûrîyê, duh Sêşemê, nivîsgeha xizmetguzarîyên posteyê li bajarê El-Eşareyê li gundewarê Dêrezorê vekir. Ev yek jî piştî ku kabloyê optîkî bi navendê re hat girêdan û sazkirina alavên pêwîst pêk hat, da ku dest bi pêşkêşkirina xizmetguzarîyên berdest ji bo welatîyan bike.
Serokê Daîreya Veberhênanê li Sazîya Posteyê ya Sûrîyê Mihemed Seyrefî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku vekirina nivîsgehê bi hevkarîya ligel rêveberîya navçeyê pêk hat, bi armanca sivikkirina zehmetîya rêwîtîyê li ser şênîyên ku neçar bûn 80 kîlometreyî derbas bikin da ku karûbarên xwe li navenda bajêr pêk bînin.
Seyrefî destnîşan kir ku nivîsgeh dê xizmetguzarîyên mûçeyên xanenişînan ku hejmara wan li herêmê nêzîkî 500 xanenişînî ye, sîgorteyên civakî, kişandin û razandina pereyan bi rêya “Sham Cash”ê, û xizmetên her du şirketên “Syriatel” û “MTN”ê pêşkêş bike. Her wiha bal bir ser wê yekê ku di rojên bê de dê xizmetên din jî lê werin zêdekirin; di nav wan de derxistina her du belgeyên “ne-mehkûm” û “ne-karmend”.
