Dêrezor-SANA
Li gorî berpirsyarîya xwe ya niştimanî, Şirketa Sûrî ya Petrolê cîbicîkirina wan pêngavên ku armanc dikin piştgirîya xelkê parêzgeha Dêrezorê bikin berdewam dike. Her wiha şirket ji bo berfirehkirina derfetên kar û baştirkirina rewşa jîyana şênîyên deverê kar dike, ligel hewlên wê yên ji bo ji nû ve amadekirin û pêşvebirina sektora gaz û neftê.
Şîrketê îro Şemîyê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku ev pêngav wergirtina 400 karmendan di sektora pasevanîyê de li xwe digire, her wisa vegerandina 200 karmendên ku berê ji kar hatibûn dûrxistin, tevî damezrandina 70 endezyar û teknîsyenan û 85 karkeran di hejmarek malperên kar û xizmetên piştgirîyê de.
Her wiha şirketê, wekî rêzgirtina hewldanên wan di berdewamîya kar û berhemanînê de, xelat dan hejmarek karkerên di zevîyên neftê yên parêzgehê de dixebitin.