Heseke-SANA
Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed El-Hîlalî tekez kir ku destpêkirina ezmûnên bawernameya bakaloryayê ya giştî li parêzgeha Hesekê bi beşdarîya zêdetirî 13 hezar xwendekaran li hejmarek deverên parêzgehê piştî salên dirêj ji qutbûnê, pêngaveke stratejîk e ji bo piştgirîya pêvajoya yekkirina pergala perwerdeyê û karmendên hîndekarîyê.
Rêveberîya Ragihandina Hesekê li ser kanala xwe ya Telegramê ji zarê El-Hîlalî îro Şemîyê ragihand ku: Serkeftina birêveçûna ezmûnan serkeftina hewldanên yekkirina rêza perwerdeyê û jêhatîya kadroyên hîndekarî û îdarî tekez dike. Her wiha îsbat dike ku karkirina li gorî pîvanên niştimanî yên yekgirtî garantîya paşeroja xwendekaran e.
El-Hîlalî li dawîyê amaje pê kir ku dabînkirina navendên ezmûnan li Şedadê, Serê Kanîyê (Ras El-Eyn) û Dêrikê (El-Malikîyê), pabendbûna bi wekhevîya derfetan û dabînkirina mafê perwerde û nirxandina dadmend ji bo hemû xwendekaran nîşan dide.