Dera – SANA
Goristana gundê Etmanê li parêzgeha Derayê, ya ku cenazeyên hejmarek şehîdên Hêzên Ewlekarîya Hundirîn ên xelkê herêmê dihewîne, îro Çarşemê rastî karên xerabkirinê û binpêkirina rûmeta goran hat.
Jêdereke ewlehîyê ji “SANA”yê re ragihand ku zirar gihîştiye goran û dirûşmên xerab li ser wan hatine nivîsandin, ku ev yek binpêkirina rûmeta mirîyan e. Her wiha anî ziman ku alîyên peywendîdar dest bi kontrolkirina kamîrayan û lêgerîna li kiryaran kirine, ligel agahdarkirina lêpirsîna tawanê da ku rênimayên qanûnî werin girtin û berpirsyar radestî dadwerîyê werin kirin.