Dera – SANA
Komîteya Rêveber a Encumena Parêzgeha Derayê îro Pêncşemê, heqdestê çinîna berhemên genim û ceh destnîşan kir, ev yek bi mebesta rêkxistina karên çandinîyê û bi awayekî ku dadmendîyê pêk bîne û li gorî pêdivîyên werza çandinîyê be.
Di biryara ku kopîyek jê gihîşt SANAyê de hat dîyarkirin ku çinîna donmek ji berhemê ceh ê bejî bi berhemên (kayê) 800 lîreyên Sûrî yên nû, û bêyî berheman 650 lîreyên Sûrî yên nû ye.
Di heman demê de heqdestê çinîna berhemê genim ê avdayî bi berheman 1200 lîre, bêyî berheman 1000 lîreyên Sûrî, û yê bejî bi berheman 900 lîre û bêyî berheman 750 lîreyên Sûrî hatin destnîşankirin.
Serokê Yekîtîya Cotkarên Derayê Fuad El-Herîrî di daxuyanîyekê de ji SANAyê re got ku heqdestên çinînê yên hatine pejirandin, bûne sedema razîbûnê û dadmendî ji bo cotkar û xwedîyên derasan pêk anîne, û tekezî li ser pêwîstîya pabendbûna hemûyan bi bihayên destnîşankirî û cezakirina binpêkeran kir.