Şam- SANA
Sazîya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl, bi helkefta salvegera destpêkirina Şoreşa Sûrî, ekrana geştan li Balafirgeha Helebê ya Navneteweyî bi geşteke sembolîk a bi navê “Şoreşa Sûrî” ronî kir.
Serokê Sazîyê, Omer El-Huserî, got ku ev gav nîşana rêbazeke serwerîya berdewam e ku gelê Sûrîyê bi destê xwe nivîsîye û berê wî dide azadî û rûmetê, wekî wefadarîyekê bi qurbanîyan re da ala azadîyê li ezmanê Sûrîyê her û her bilind bimîne.

Hevdem bi vê helkeftê re, Sazîyê destpêkirina geştine asmanî ji balafirgeha Helebê ber bi çend deverên herêmî ve ragihand. Ev yek di çarçoveya rênimayên kargêrî yên berdewam yê warê asmanî de ye, ji bo pêşxistina tevgera veguhastina asmanî ya Sûrî û xurtkirina hebûna wê.