Dêrezor-SANA
Îro Pêncşemê du kesan jîyana xwe ji dest da ji ber teqîna bombeyeke ji bermayîyên şer dema ku wan destkarî pê dikir li bajarokê Elbû Emro li gundewarê Dêrezorê.
Serokê bijîşkên rûniştî li Nexweşxaneya Niştimanî ya Dêrezorê Mihemed El-Baş di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku beşa hawarçûnê îro cenazeyê zarokekî 14 salî wergirtiye, ku gelek birînên perçeyên bombeyê li seranserî laşê wî hebûn, di heman demê de cenazeyê ciwanekî 22 salî ji bo beşa bijîşkîya dadwerî hat veguhestin.