Şam-SANA
Rêveberîya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir a Wezareta Navxweyî, piştî operasyonên lêgerînê û şopandineke hûrbîn, toreke tawankar a taybetmend bi bazirganîya madeyên hişbir hilweşand û sê endamên wê li parêzgeha Laziqîyê binçav kirin.
Rêveberîyê îro Duşemê, bi rêya kanala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku di encama operasyonê de 45 kîlogramên heşîşê, 25 hezar hebên kaptagonê, 400 gramên madeya krîstalê û du demançe hatin desteserkirin.
Her wiha Rêveberîyê bal kişand ser wê yekê ku kesên hatine girtin û tiştên hatine desteserkirin bo alîyên dadwerî yên pêwendîdar hatin veguhestin, ji bo bicîanîna rêkarên qanûnî dermafê tawanbaran û cezakirina wan bi awayekî dadmendane.





