Hema – SANA
Ji ber barana îsal a baş, asta avê li Bendava Restenê baş bilind bû, ku ev yek çavkanîyên avê li herêma navîn xurt dike.
Rêveberê Çavkanîyên Avê li Hemayê ragihand ku depokirina ava Bendava Restenê gihîştiye 10% (li hember 24% sala borî). Her wiha baranê rêjeya giştî ya depokirina ava Bendavên parêzgehê gihand 30% ji kapasîteya wan a giştî, ligel berdewamîya çavdêrîya teknîkî ya rojane.
Bendava Restenê ji bo avdana zevîyên li ser çemê Asî gelekî girîng e, û başbûna rêjeya avê tê de nîşana destpêka vegera çavkanîyên avê ye piştî çend salên ziwayîyê.






