Gundewarê Şamê-SANA
Şaxê Şam û Gundewarê wê yê tijîkirin û belavkirina xazê li Edrayê, dabînkirina xazê ji bo dezgehên pîşesazî û malan berdewam dike. Ew rojane zêdetirî 4 hezar botlên xazê pêşkêşî dezgehan dike ji bo misogerkirina berdewamîya karê kargeh, xwaringeh û pîşekaran.
Hat dîyarkirin ku niha hilberîn bi qasî 40 hezar botlan ji bo bajar, bajarok û gundên Gundewarê Şamê, û 20 hezar botlan ji bo bajarê Şamê tê belavkirin, tevî zêdetirî du hezar botlan ji bo parêzgeha Quneytirayê.
Di çend rojên borî de, li çend parêzgehan li ser navendên belavkirina xazê qerebalixîyeke mezin çêbû, ev jî wekî encama kêmbûna vê maddeyê pêk hat.




