Siweyda-SANA
Rêveberê Peywendîyên Giştî li parêzgeha Siweydayê Ebas El-Suleyman, bi amadebûna nûnerên Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan û rêxistina mirovî ya ACTED, ligel nûnerên koçberên parêzgehê yên ku li gundewarê rojavayê Siweydayê, Dera û gundewarê Şamê dimînin re civîya, da ku rewşa wan û awayê alîkarîkirina wan gotûbêj bike.
Di civînê de kêşeyên herî girîng ên li pêşîya koçberan û rêyên çareserkirina wan a lezgîn hatin nirxandin. Her wiha tekezî li ser pêwîstîya rakirina astengîyên li pêşîya tîmên alîkarîyê hat kirin, da ku piştrast bin ku alîkarî bi rengekî rast digihin kesên hewcedar.


