Reqa-SANA
Şandeke Wezareta Geştyarîyê duh Şemîyê serdanek pêk anî ji bo dîtina rewşa geştyarî ya li bajarê Tebqayê li gundewarê rojavayê Reqayê, bi armanca nirxandina hejmarek cihan, wekî amadekarîyekê ji bo lêkolînkirina derfetên veberhênanê li wan deran.
Di gerê de şale, Keleha Ce`berê, Kornîşa Tebqayê û Bendava Firatê hatin serdarkirin. Şandê ji nêz ve li rewşa van cihan nêrî û li ser rêyên pêşxistin û xurtkirina hebûna wan a geştyarî rawestîya.
Ev serdan di çarçoveya hewldanên Wezareta Geştyarîyê de tê ji bo pêşxistinacihên geştyarî li parêzgeha Reqayê û zêdekirina derfetên veberhênanê li wir.




