Dêrezor-SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih, tekez kir ku kadroyên wezaretê bi hevahengîyeke tam ligel wezaret û sazîyên cuda, di rewşa amadebaşîya giştî de berdewam in, û li gorî planên bersivdanê yên pejirandî erkên xwe yên meydanî bi cih tînin, bi awayekî ku beşdarî parastina xelkê û kêmkirina her bandoreke din a muhtemel a lehîya çemê Firatê bibe.
Wezîr El-Salih di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê zelal kir ku kadroyên wezaretê bi hevahengî ligel hemû alîyên peywendîdar karê xwe yê meydanî didomînin, ji bo misogerkirina amadebaşîyê û rûbirûbûna pêşhatên cuda, û da zanîn jî ku ew ê îro roja Şemîyê serdana parêzgeha Reqayê bike, ji bo şopandina rastexwe ya li ser herikîna karê tîmên pispor, û şopandina rêkarên hatine girtin ji bo piştgirîkirina xelkê û xurtkirina amadebaşîya bersivdanê li parêzgehê.
Wezîr El-Salih bal kişandibû ser wê yekê ku piştî girtina dergehê çarem, asta ava çemê Firatê li Dêrezorê û Reqayê dê hêdî hêdî kêm bibe.