Şam-SANA
Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberîya Karesatan di daxuyanîyekê de îro Sêşemê ragihand: “Em bang li sivîlên li gundewarê bakurê Reqayê dikin ku dest nedin ti tiştekî xerîb ji şûnmayên şer, neçin nav baregehên rêxistina HSDê yan cih û tunelên ku bikar dianîn.”
Wezaretê her wiha daxwaz ji welatîyan kir ku venegerin malên xwe berî ku ji alîyê tîmên pispor ve ji paşmayên şer werin ewlekirin, ev yek jî ji bo parastina canê wan e.
Tê nûkirin…