Şam-SANA
Rêveberê Giştî yê Sazîya Nanpêjgehên Sûrîyê Mihemed El-Seyadî tekez kir ku hemû nanpêjgehên li parêzgeha Dêrezorê mîna berê karê xwe berdewam dikin, tevî şert û mercên niha yên ji ber bilindbûna asta ava çemê Firatê ya berî çend rojan, ligel berdewamîya dabînkirina nan ji welatîyan re bi awayekî rojane û birêkûpêk.
El-Seyadî di daxuyanîyekê de ji SANAyê re duh Înê dîyar kir ku hejmara nanpêjgehên taybet ên li Dêrezorê dixebitin 179 nanpêjgeh in û para wan a rojane digihîje 369 tonan, lê hejmara nanpêjgehên giştî 28 nanpêjgeh in û para wan a rojane digihîje 101 tonan.
Navborî destnîşan kir ku hejmara giştî ya nanpêjgehên ku li parêzgehê dixebitin digihîje 207 nanpêjgehan û şîyana wan a berhemanînê ya rojane nêzîkî 470 tonan e. Her wiha tekez kir ku Sazî bi berdewamî rewşa kar û berhemanînê dişopîne ji bo misogerkirina hebûna nan û parastina wê ji van şert û mercan.