Şam-SANA
Wezîrê Enerjîyê, Mihemed El-Beşîr, tekez kir ku pirsgirêka rawestandina pompekirina ava vexwarinê ji parêzgeha Helebê bi dawî bûye, piştî ku gihandina xeteke yedek a elektîkê ku berdewamîya dabînkirina elektrîkê ji bo Wêstgeha Babîrî misoger dike, bi dawî bû.
Wezîr, di postekê de li ser platforma “X”ê got: “Em mizgînîyê didin xelkê xwe yê li parêzgeha Helebê ku rawestandina pompekirina ava vexwarinê an jî nîgeranîya birîna wê ji parêzgehê êdî derbas bûye, piştî ku me bi serkeftî xeteke yedek a elektîkê ji Bendava Tişrînê gihand Wêstgeha Babîrî.”
Wezareta Enerjîyê, di 17ê Kanûna borî de ragihandibû ku stasyonên sereke yên pompekirinê li Helebê ji nû ve hatine birêxistinkirin û xebitandin, di serî de Wêstgeha Babîrî, piştî rizgarkirina Meskene û Dêr Hafirê ji rêxistina HSDê û milîsên Partîya PKK a terorîst ku av li ser bajêr qut dikirin.
Wêstgeha Babîrî, ava avdanîyê ji bo 72 hezar hektaran bi kapasîteya pompekirinê ya 90 metrekab di çirkeyê de peyda dike, herwiha ava vexwarinê dide nêzîkî 6 milyon kesî li Heleb û gundewarên wê.