Îdlib – SANA
Li gundê Ebû Hebeyê li rojhilatê parêzgeha Îdlibê û ji ber teqîna hin mayînên bermahîyên şer di hundirê bîreke ava baranê, 4 zarok hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Ev bûyer di dema lîska zarokan li derdora bîrê û avêtina keviran li hundirê wê qewimîye.
Berevanîya Sivîl di daxuyanîya xwe ya roja Pêncşemê de got: “Tîmên me yên girêdayî Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêveberina Karesatan a parêzgeha Îdlibê, destwerdan kirin û bûyer ji nêz ve şopandin, û cenazeyên qurbanîyan veguhestin nexweşxaneya herî nêzîk. Welatîyan jî ji hêla xwe ve zarokên birîndar veguhestin bo nexweşxaneyan.”
Hîn jî deverên berfireh ji Sûrîyê ji ber mayîn û bermahiyên şer ên ku ji alîyê rejîma berê ve hatine hiştin, zehmetîyan dikişînin. Ev yek dibe sedemeke berdewam bo qezayên kujer, vegerandina xelkê bo jîyana xwe ya normal asteng dike, çalakîyên çandinî û perwerdehîyê dike bin metirsîyê, û ji bo vegera ewle ya hezarê malbatan bo gundên xwe dibe kelem.
Di çarçoveya hewldanên domdar de ji bo kêmkirina van metirsîyan û parastina sivîlan, nexasim zarok, tîmên Wezareta Berevanîyê û Rêveberîya Rewşên Awarte û Birevebirina Karesatan, bi hevkarîya sazîyên herêmî re, operasyonên paqijkirin, rakirin û hişyarkirina derbarê xetereyên mayînan pêk tînin.