Heseke-SANA
Tîmên pispor ên Şirketa Sûrî ya Petrolê îro duşemê li her du zevîyên petrolê yên Rimêlan û Siwêdîyê yên li parêzgeha Hesekê gereke vedîtinê pêk tînin, ev yek jî wekî pêkanîna xalên peymana ku di navbera Dewleta Sûrîyê û HSDê de hatiye îmzekirin tê kirin.
Rêveberê Ragihandina Sazûmanî di şirketê de Sefwan Şêx Ehmed, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku ev ger bi beşdarîya tîmên teknîkî û endezyarî yên Şirketa Sûrî ya Petrolelê tê kirin; armanc jê agahdarbûna li ser rewşa teknîkî ya her du zevîyan e, da ku di qonaxa bê de pêngavên teknîkî yên pêwîst bên avêtin.
Şirketa Sûrî ya Petrolê ji 24ê meha borî ve dest bi pompekirina gaza xam ji zevîyên Cibisê yên li Hesekê ber bi kargeha gaza Firqlusê li gundewarê Himsê bi zexta 35 baran kir, ev yek wekî gavekê ji bo xurtkirina hilberînê û dabînkirina gaza taybet ji bo hilberîna elektrîkê hat kirin.