Şam-SANA
Sazîya Posteya Sûrîyê ragihand ku pakêteke xizmetguzarîyên posteyê û darayî li nivîsgeha posteyê ya El-Sûra El-Suxra li gundewarê Siwêdayê çalak kiriye. Ev gav bi hevahengîya ligel parêzgeha Siwêdayê û di çarçoveya hewldanên sazîyê de ji bo berfirehkirina qada xizmetguzarîyên xwe û hêsankirina gihîştina wan ji bo welatîyan hat avêtin.
Sazîyê di daxuyanîyekê de ku kopîyek jê îro Yekşemê gihîşt SANAyê, zelal kir ku xizmetguzarîyên berdest ev in:
Kurteya tomara dadwerî (belgeya ne mehkûm), belgeya ne-karkerîyê (bêkarîyê), hewaleyên diravî yên yekser, dayîna qistên xwendina asayî û parallel a Zanîngeha Tertûsê, qistên xwendina vekirî ya her du zanîngehên Şam û Tertûsê, qistên Zanîngeha Vîrtual a Sûrîyê, xizmeta “Sham Cash” (razandin û kişandina dirav), xizmetguzarîyên kompanya “MTN”ê yên mîna dagirtina balansa xetên fatora pêşwext û paşwext, dagirtina balansa Cash Mobile û xizmeta guhertina diravê kevn.