Quneytira-SANA
Hêzeke Îsraîla dagîrker ku ji çar wesayîtan pêk dihat îro Sêşemê di dergeha Tel El-Cele’ re derbasî derdora bajarokê El-Refîd li gundewarê Quneytirayê yê başûr bû.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku wê hêzê xaleke kontrolê ya demkî li deverê ava kir û telefonên şivanan vekirin, bêyî ku agahî derbarê girtina kesekî de werin.
Îsraîla Dagîrker êrîşên xwe yên li ser axa Sûrîyê didomîne, û Peymana Veqetandinê ya sala 1974an û yasayên navnetewî û biryarên têkildar ên Netewên Yekbûyî, binpê dike, di heman demê de Sûrîye van kiryaran şermezar dike, û bang li civaka navnetewî kir ku helwesteke tund nîşan bide da ku van êrîşan rawestîne.