Heleb – SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê, biryarek derxist ku lîsteya dawî ya endamên desteya hilbijêran li devera hilbijartinê Kobanê li parêzgeha Helebê li xwe digire.
Komîteyê îro Çarşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku ev biryar li ser bingeha bendên danezana destûrî û bendên her du mersûmên bi jimara (66) û jimara (143) yên sala 2025an hatiye girtin.
Komîteyê bal kişand ser wê yekê ku dema pêşkêşkirina daxwaznameyên berbijêrbûnê ji bo hilbijartina endamên Encumena Gel li devera hilbijartinê Kobanê li parêzgeha Helebê, îro Çarşemê 20.05.2026an tê dîyarkirin. Her wiha eşkere kir ku cihê pêşkêşkirina daxwaznameyên berbijêrbûnê li navenda devera hilbijartinê “cihê karê binkomîteyê ya ku berê hatibû dîyarkirin” tê destnîşankirin.
Lîsteya dawî ya endamên desteya hilbijêran li devera hilbijartinê Kobanê li parêzgeha Helebê