Idlib-SANA
Mamosteyên Keferomayê li gundewarê Idlibê, ji bo daxwazkirina zêdekirina mûçeyan û başkirina rewşa jîyanê da ku jîyanek bi rûmet mîsoger bikin, çalakîyeke nerazîbûnê li dar xistin.
Mamoste Nadya El-Ibrahîm tekez kir ku çalakîyên nerazîbûnê li Idlibê ji bo daxwazkirina mûçeyên dadperwer ên ku mesrefên bingehîn ên jîyanê dabîn dikin berdewam in, her wiha tekezî li ser berdewamîya proseya perwerdeyê tevî lawazîya derfetan kir.
Mamoste Emanî El-Hemadî tekez kir ku armanca vê nerazîbûnê başkirina mûçeyan e ji bo rûbirûbûna bihabûnê û dabînkirina pêdivîyên bingehîn, bêyî ku zirarê bide berjewendîya xwendekaran.
MÇalakîyên nerazîbûnê yên mamosteyan li seranserî Idlibê ji serê meha Sibatê ve, wek şermezarkirina kêmbûna mûçeyan berdewam dikin.


