Hesekê – SANA
Tîmên berevanîya sivîl a Sûrîyeyê li parêzgeha Hesekê û bi hevkarîya welatîyan ji duh Yekşemê de heta nîvroya îro Duşemê, dikarîbûn pênc agir ku di berhemên çandinîyê yên genim û ceh de li herêmên Mergeda û Şedadê li başûrê parêzgehê pêketibûn, vemirandin.
Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan a Hesekê dîyar kir ku agir bûne sedema şewtandina nêzî 10 donim zevîyên çandinîyê, lê tîmên vemirandinê karîbûn zêdetirî 800 donimên ku bi cihên agir ve girêdayî bûn biparêzin, û rê li belavbûna agir bigirin, ev ê jî zîyanên çandinîyê kêm kir û rûberên fireh parastin.
Li parêzgeha Reqayê jî tîmên berevanîya sivîl a Sûrîyeyê karîbûn agireke ku li bajarê Me`danê pêketibû û bûbû sedema şewata nêzîkî 10 doniman vemirînin, her wiha pêşî li belavbûna agir ber bi rûberên din bigirin.
Tîmên berevanîya sivîl piştrast kirin ku amadekarîya wan ji bo rûbirûbûna agiran berdewam e, nexasim di dema bilindbûna germahîyê de, di demsala çinînê de, û gazî cotkar û welatîyan kirin ku tedbîrên pêşîlêgirtinê û baldarîyê bigirin, ta ku rê li pêketina agirên ku zevî û çavkanîyên debara welatîyan dixe metirsîyê de bigrin.