Heseke-SANA
Li bajarê Hesekê, bazarên jinan wekî qadeke ku huner, kar û nasnameya çandî tîne cem hev derketin pêş. Ev bazar êdî tenê ne ji bo kirîn û firotinê ne, lê bûne pencereyek ji bo xurtkirina hebûna jinê di civakê de û piştgirîkirina projeyên biçûk.
Beşdarên van bazaran berhemên destan ên curbicur wekî dirûn, nexş, nîgarkêşî û pîşesazîyên destan pêşkêş dikin. Ligel van, şîranî, xwarinên kevneşopî û karên hunerî yên nûjen jî hene. Ev dîmen kelepûr û nûjenîyê tîne ba hev û taybetmendîya jîngeha herêmî û pirrengîya wê ya çandî nîşan dide.
Di daxuyanîyekê de ji bo ajansa SANAyê, organîzatora bazareke ku li bajarê Hesekê di bin navê Tilîyên Afirîner “Anamil Mubdi’a” de hat lidarxistin, Qemer Şertûh got: “Armanca lidarxistina bazarên jinan ne tenê kirîn û firotin e, belê xurtkirina xwebawerîyê di nav jinên beşdar de ye.”