Laziqîye-SANA
Hêzên Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Laziqîyê tawankar Seîd Ehmed Şakûş girtin. Şakûşê sûcdar bi radestkirina hejmarek ciwanên parêzgehê ji şaxên ewlehîyê yên rejîma berê re tê tawanbarkirin..
Fermandarê Ewlehîya Hundirîn li Laziqîyê Emîd Ebdilezîz El-Ehmed, duh Çarşemê ji bo SANAyê eşkere kir ku girtina Şakûşê gunehkar bi operasyoneke ewlehîyê ya hûrbîn û serkeftî pêk hat. Her weha amaje bi wê yekê jî kir ku heta îro çarenûsa hejmareke zêde ji wan ciwanên ku wî radestî şaxên ewlehîya rejîma revîyayî kirine, hîn ne dîyar e.
El-Ehmed tekez kir ku Şakûşê sûcdar niha di destê hêzên ewlehîyê de ye ji bo temamkirina lêpirsînan û wergirtina rênimayên qanûnî li hemberî wî, da ku ji ber tawanên ku kirine cezayê xwe yê dadmend wergire.