Heleb-SANA
Rêveberîya Parêzgeha Helebê ragihand ku sibê roja Çarşemê, li hemû dibistan, zanîngehên giştî û taybet, û sazîyên hikûmetê yên li bajarê Helebê karê fermî hatiye rawestandin. Ev biryar ji ber bombebarankirina taxên niştecîyan yên bajêr ji alîyê rêxistina HSDê ve hat girtin.
Parêzgar Ezam El-Xerîb di daxuyanîyekê de ku li ser kanala Telegramê ya Helebê hat weşandin, dîyar kir ku biryara rawestandina kar ji ber rewşa heyî û armancgirtina hejmarek nexweşxane û sazîyan bi topbarana bêserûber a rêxistina HSDê hatiye dayîn.
El-Xerîb her wiha anî ziman ku ev biryar betalkirina hemû çalakîyên komî û civakî jî di vê heyamê de li xwe digire da ku selametîya her kesî were parastin. Lê belê kadroyên bijîşkî, xizmetguzarî û rewşên awarte derveyî vê biryarê ne, û tekez kir ku divê ew li ser kar bin ji bo dabînkirina xizmetên bingehîn ji welatîyan re.
Parêzgar got :”Tevî ku em bandora vê biryarê di vê qonaxa xwendinê de dizanin, lê selametîya zarokên me û kadroyên perwerdehîyê di ser her tiştî re ye.”
Hêjayî gotinê ye ku îro leşkerekî Artêşa Erebî ya Sûrî şehîd ket û hinên din jî birîndar bûn piştî ku rêxistina HSDê bi dronan xalên artêşê li derdora taxa Şêx Meqsûd armanc girtin. Her wiha 3 sivîl, du jin di nav wan de hene, jîyana xwe ji dest dan û nêzî 15 kesên din birîndar bûn di encama bombebarana taxên derdora Eşrefîye û Şêx Meqsûd de.