Heseke-SANA
Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed El-Hîlalî li rewşa xizmetguzarî û sazîyan li bajarê Serê Kanîyê (Ras El-Eyn) li gundewarê parêzgehê nêrî. Ev yek di çarçoveya serdaneke meydanî de îro Duşemê pêk hat, ku tê de bi Rêveberê Navçeyê Ebdila El-Ceş`em re civîya. Di hevdîtinê de tekezî li ser berdewamîya hewldanên xurtkirina ewlehî û aramîyê û çareserkirina dosyayên mirovî û xizmetguzarî hat kirin, bi awayekî ku şert û mercên guncaw ji bo vegera koçberan amade bike û hebûna sazîyên dewletê biçespîne.
Serdanê gerên li ser hejmarek sazîyan li xwe girt, di nav wan de Polîsê Leşkerî, Polîsê Sivîl û Nexweşxaneya Niştimanî. El-Hîlalî li wir li rewşa xizmetên tenduristî û ewlehî û hewcedarîyên sazîyên ku li bajêr dixebitin nêrî.

Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed El-Hîlalî tekezî li ser girîngîya xebata ji bo amadekirina şert û mercên kêrhatî ji bo vegera koçberan bo herêmên wan kir û bal kişand ser pêwîstîya vekirina rêyan û rakirina mînan û paşmayên şer ku hîn jî li pêşîya vegera xelkê û aramîya herêmê asteng in.

Her wiha navborî guh da daxwaz û gilî û gazinên hejmarek kesên koçber ên parêzgeha Hesekê. Wî tekez kir ku ew têbînî û daxwazên hatine pêşkêşkirin dê bibin pêngavên kirdarî û parêzgeh dê di heyama bê de wan pêk bîne, da ku beşdarî baştirkirina rewşa xizmetguzarîyê û palpiştîya aramîyê bike.


