Heseke-SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê, îro Çarşemê, biryarek derbarê pêkanîna komîteyên çavdêrîya yasayî li herêmên hilbijartinê yên Heseke, Dêrik û Qamişlo li parêzgeha Hesekê derxist.
Li gorî komîteyê, ev biryar li ser bingeha bendên Danezana Destûrî, bendên mersûma hejmar 66 a sala 2025an, bendên mersûma hejmar 143 a sala 2025an, û li ser bingeha nivîsara Sendîkaya Parêzeran a hejmar 165 a 20.05.2026an hat standin.
Her wiha Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê, lîsteya dawî ya endamên desteyên hilbijêr li herêmên hilbijartinê (Heseke – Dêrik – Qamişlo) li parêzgeha Hesekê, û endamên desteya hilbijêr li herêma hilbijartinê ya Kobanê (Eyn El-Ereb)ê li parêzgeha Helebê ragihand.
